Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundê Riwêha yê Idlibê kontrol kir

Bi gurrbûna şerê li Idlibê navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikumeta Şamê, hin dever çeteyan kontrol kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên dewleta Tirk gundê El-Riwêha ya Cebel El-Zawiyê kontrol kir.

Duh hêzên hikumetê jî hewl dan li heman gundî bi pêş bikevin û bi topbaraneke dijwar, hin malên li gund bi dest xistin.

Hêzên hikumetê, deverên çeteyan li aliyê Cebel El-Zawiyê, Sifûhin, Binên, Filêfil, Kinsefir û Şenan ên gundewarê Idlibê û Ziyara û Inkawiyê yên li Sehil El-Xab ên Rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Hemwextî wê, çeteyên dewleta Tirk jî deverên hêzên hikumetê li gundê Dana yê gundewarê Idlibê kirin armanc.

Back to top button