Desteya Enerjiyê dest bi projeya kehrebê ya Başûrê Hesekê kir

Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê dest bi projeya derxistina kehrebeyê ji turbînên gazê li Cebsayê kir.

Desteya Enerjiyê diyar kir ku ev proje kehrebeyê bi karîna 30 megawatt (MW) dide herêma başûrê Hesekê heya bigihêje bajarokê Mergede, herêma Holê û gundên girêdayî wê heta bigihêje Til Hemîs û navçeyên wê.

Serokê werşeya stasyonan endezyar Hesen Osman anî ziman ku stasyon wê kehrebeyê bide tevahiya herêma başûrê kantona Hesekê.

Li gorî berpirsên projeyê jî, eger her sê turbînên stasyonê di heman demê de bixebitin, wê kehrebe rojane 18 saetan heta 20 saetan peyda bibe.

Osman diyar kir ku amadekirina du enefeyan bi dawî bû û dest bi amadekirina enefeya sêyemîn jî kirine.

Girêdayî heman mijarê, birêveberê projeyê Salar El-Xilo destnîşan kir ku di hefteya bê de wê kehrebe bigihêje torên ku pê ve hatine girêdan.

Back to top button