Murad Karayilan: Wê planên dewleta Tirk a dagirker encam negirin

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrad Karayilan ji Radyoya Dengê Welat re axivî û bal kişand li ser êrişa hewayî ya ku 15’ê Hezîranê li Şengalê, Mexmûrê û Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û got,

“Dijmin ti encam bi dest nexist. Di nava 14 rojên bihurî de li Heftanînê destaneke lehengiyê hate nivîsandin.”

Karayilan destnîşan kir ku divê her kes konsepta nû ya dewleta Tirk bibîne û got, ” Divê ti kes nekeve vê xefikê û em ê teqez planên wan pûç bikin.”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan ji Radyoya Dengê Welat re axivî û di şexsê Gerîlaya PKK’ê Zeyneb Kinaci û Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Diyar Xerîb de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr anî.

Karayilan Şêx Seîd û 47 hevalên wî di salvegera 95’an ya darvekirina wan de bi bîr anî û diyar kir Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di asta herî bilind de tola wan hiltîne.

Fermandarê Biryargeha NPG’ê bal kişand ser êrişa hewayî ya ku 15’ê Hezîranê li Şengalê, Mexmûrê û Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û got,

“Dijmin ti encam bi dest nexist. Êrişa dijmin a 15’ê Hezîranê bi temamî bêencam maye. Di nava 14 rojên bihurî de li Heftenînê destaneke lehengiyê hate nivîsandin.”

Murad Karayilan: Dewleta Tirk dixwaze li Xakurkê heta Erfînê herêma tampon ava bike

Têkildarî armanca dewleta Tirk a ji êrişa dagirkeriyê, Karayilan ev tespît kir:

“Bêguman armanca dijmin dagirkirina tevahiya sînorên ‘Mîsakî-Mîllî’ ye. Lê belê armanca xwe ya destpêkê avakirina herêma tampon e. Dixwazin ji Xakurkê heta Efrînê herêmeke tampon ava bikin. Eger herêmeke bi vî rengî ya tampon ava bikin, ji xwe wê piraniya Rojava dagir bikin û herêmên stratejîk ên Başûrê Kurdistanê dagir bikin.”

Karayilan anî ziman ku dixwazin nakokiyê bixin nava siyaseta Kurdistanê, wan li ber hev rakin û wiha dewam kir,

Murad Karayilan: Konsepta dewleta Tirk derxistina şerê navxweyî di nava Kurdan de ye

“Li herêmên di kontrola YNK’ê de ne êrişan dikin û bi vî rengî dixwazin nakokiyan biafirînin. Dixwazin di navbera PKK-YNK-PKK-PDK’ê de tevlîheviyê derxînin û şerê navbera Kurdan derxînin. Konsept ev e.”

Mûrad Karayilan eşkere kir ku dewleta Tirk vê armanca xwe wê bi sernexîne û wiha got,

“Divê her kes vê konsepta nû ya dewleta Tirk bibîne û kes nekeve vê xefikê. Em ê ji aliyê xwe ve nekevin vê xefikê. Emê van planên dijmin teqez pûç bikin.”

Murad Karayilan: Divê hêzên Başûr li hember dagirkeriyê bêdeng nemînin

Fermandarê NPG’ê destnîşan kir ku helwesta gel a li dijî êrişên dagirkeriyê erênî ye û got,
“Bi taybetî gelê me yê li Silêmaniyê, Şêladizê û Germiyanê helwesteke neteweyî û berxwedêr nîşan dide.”

Karayilan bang li partî û siyasetmedarên başûr jî kir ku li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk bêdeng nemînin.

Back to top button