Li Efrînê 4 çeteyan destdirêjî li jineke temenbiçûk kir

Li Efrîna dagirkirî, li pêş çavê civaka navneteweyî, kirinên dermirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî jin û şêniyên Efrînê didomin. Vê dawîyê 4 çeteyan destdirêjî li jineke temenbiçûk kir. Di raporeke Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî hate diyarkirin ku, 40% rêjeya zewaca jinên temenbiçûk li Efrînê zêde bûye.

Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê, dev ji bêexlaqiyên xwe bernadin..

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan, ragihand ku çeteyên dewleta Tirk li gundê Kotana yê navçeya Bilbilê, ji bo xwestina jineke ciwan, çûne cem muxtarê gund û ew jê xwestine.

Çavdêriyê da zanîn ku bavê jina ciwan ev yek nepejrandiye, lewra çeteyan gef lê xwarine, bi hovîtî êşkence kirine û keça wî revandine..

Çavdêriyê eşkere kir ku, 4 çeteyan destdirêjî li jina ciwan kirine û piştî çend rojan vegerandine mala wê..

Li Efrîna dagirkirî, 40% zewaca temenbiçûkan zêde bûye

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî, bi belge di rapora xwe de eşkere kir ku 40% zewaca jinên temenbiçûk li Efrînê zêde bûye.

Rêxistinê diyar kir ku ji ber hovîtî, gef û êrîşên çeteyên Tirk bi sedan jin bûne qurbana zewaca temenê biçûk û niha bi zextên derûnî re rû bi rû dimînin.

Rêxistana Mafê Mirovan a Efrînê xwe gihand 5 jinên ciwan ku hatine zewcandin ji û ev yek belge kir.

Li gor rêxistinê, jineke ciwan a 16 salî ji nava bajêr ku nexwest navê xwe bibêje, diyar kiriye ku heta niha ew bawer nake ku ew hatiye zewcandin.

Jina ciwan a bi navê ‘ N’ dibêje:

Ji ber tirsa ji çeteyên Tirk min birevînin, malbata min bê xwesteka min ez bi kurê xalê min ê 28 salî re zewicandim.

Her wiha ‘L’ a ya 15 salî, got:

Ji ber çeteyan, ez bi kesekî ji gund re ku ji min mezintir e hatim zewcandin.

‘A’ jî a 16 salî dibêje:

Çeteyekî hat ez xwest im, lewra ji ber wan, ez bi kurê apê xwe re ji mal reviyam û derbasî Helebê bûm.

Jina bi navê ‘Z’ a 18 salî jî dibêje:

Ji du salan ve, di bin zext û êrîşan de ez bi çeteyekî re zewicîm, piştî wê her roj êşkence li min dikir û cilên reş li min dikirin.

Li aliyê din ‘ S’ a 14 salî jî dibêje:

Ji ber gefên çeteyekî, bavê min ez ji mal derxistim û bi nasekî xwe re dame zewcandin, di vî temenî de jî zarokekî min heye.

Back to top button