Balafirên dewleta Tirk, herêma Dêrelokê bombebaran kir

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, duh careke din bajarokê Dêrelok ê Zaxoyê bombebaran kir. Di encamê de, ziyaneke mezin gihîşt bax û baxçeyên şêniyan.

Li gorî agahiyên herêmî, 2 balafirên keşfê yên dewleta Tirk li sînorê Zaxoyê ketine xwarê.

Heta niha der barê ketina van balafiran de ti alî daxuyî nedaye.

Balafirên dewleta Tirk, gundên herêma Biradostê bombebaran kirin

Balafirên dewleta Tirk her wiha duh gundê Bêrkim, zozanên Sinîn, Lolan û Xakurk ên sînorê herêma Biradostê, bombebaran kirin.

Di encamê de, ziyaneke mezin gihîşt rêya navbera gundê Xinêre û Lolan.

Back to top button