Îro civîna sê-alî ya Rûsya, Tirkiye û Îranê pêk tê

Îro, civîna sê-alî ya di navbera Putin, Erdogan û Rohanî ya derbarê rewşa dawî ya Sûriyê de, bi rêya vîdeoyê li dar dikeve.

Serokê Iranê Hesen Rohanî têkildarî civînê diyar kir ku ev civîn di çarçoveya danûstandina Îran a avaker li herêm û cîhanê de pêk tê.

Hesen Rohanî idîa kir ku ew, Rûsya û Tirkiyê roleke hevkar derbarê çareseriya aloziya Sûriyê de dileyzin û Amerîka jî bi kûrkirina aloziya sûrîyê tewanbar kir.

Ev hersê dewletên gerantor ên Astanayê, Tirkiye, Rûsya û Iranê tevî gelek caran hevdîtin kirine jî, lê tu gavên çareseriyê ji bo çareseriya aloziya Sûriyê pêş nexistin û berevajî, aloziya Sûriyê kûrtir kirin.

Back to top button