Ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser welatên Cîran û bêedaletiya li welêt, yek ji şirketa Almanya ya herî binavûdeng Volkswagen, ragihand ku ew ti şirketî li tirkiyê ava nakin.
Berdevkê şirketê li ser mijarê axivî û diyar kir ku wan biyara daye wê li tirkiyê ti şirketek nû ava nekin.
Dihat payîn ku li bajarê Manîsa, şirketek ku wê kar ji bo 4 hezar kesî re peyda bike hatiba avakirin.
Vê yekê jî wê di aliyê aborî de, bandorek erînî li tirkiyê kiriba.
Lê ji ber polîtîkayên faşîzane yên AKP-MHP’ê welatên cihanê di avakirina şirketên xwe li tirkiyê de dudilî dimînin.
Beriya niha jî piştî êrîşa dagirkeriya dewleta tirk ya li ser Serê Kanî û Girê Spî, Rêveberê Şirketê Herbert Diess diyar kiribû ku li cihekî mirov tên kuştin û şer heyî wê ti şirketî ava nekin.