Artêşa Tirk rojavayê Eyn Îsayê topbaran kir

Îro careke din artêşa Tirk a dagirker gundê Hoşan ê rojavayê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Hoşanê yê rojavayê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.

Di encama topbaranê de, agir bi zeviyên gund ket.

Li gel van êrîşan jî Hikûmeta Şamê li navçeya Eyn Îsayê li şûna Feyleqa pênca lîwaa 184 bicih kir.

Di vê çarçoveyê de, îro endamên Feyleqa 5’an li gundê Şêx Hesen yê Eyn Îsayê kom bûn û ber bi Reqayê ve ketin rê.

Leşkerên hikûmeta Şamê yên lîwaa 184 jî li ser riya M4 li xetên pêş yên beramberî nuqteyên artêşa Tirk û çeteyên wê bi cih bûn.

Ji gundên ku leşkerên hikûmeta şamê yên lîwaa 184 lê bi cih bûne ev in.

Gundê Şêx Hesen, El-Tirwaziyê, Mişêrfa, Um El-Beramîl, El-Mesûdiyê û El-Fatisa.

Back to top button