Wezîrên Awisturyayî di bin parastina polîsan de ne

Wezîrên Awisturyayî yên ku ji aliyê nijatperestên Tirk ve hatîn tehdîtkirin di bin parastina polîsan de ne.

Hefteya derbasbûyî komên faşîstên Tirk ên alîgirê dewleta Tirk in li Viyanayê êrîşî Kurdan û kesên muxalifê rejîma Erdogan kiribûn.

Piştî wê jî Wezîrê Karên Navxweyî Karl Nehammer qala faşîstan kir û gotibû:

“Wê encama van bûyeran hebe, êrîşkar bê ceza namînin.”

Wezîrê Lihevkirinê Susanne Raab daxuyaniyên şermezarkirina van êrîşan kiribû.

Lê belê faşîstên Tirk dest bi tehdîtên mirina her du wezîran kirin.

Ji ber wê jî tîmên parastinê ji bo parastina herdu wezîran ketin tevgerê.

Îro herdu wezîr li Viyanayê hatin pêşberî çapemeniyê û diyar kirin ku ew ji gefan natirsin.

Back to top button