Derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk ser Başûrê Kurdistanê, hikûmeta Başûr ragihand ku ew rê nadin xaka herêmê ji bo çalakiyên leşkerî were bikaranîn.
Piştî civîna Desteya Wezîran a herêma Başûrê Kurdistanê, Berdevkê hikûmetê Cotyar Adil, têkildarê encama civînê ji çapemeniyê re axivî.
Cotyar Adil derbarê êrîşên Tirkiye û Îranê ser herêmê got ku wan beyaname daye ku rê nadin xaka herêmê ji bo çalakiyên leşkerî were bikaranîn.