Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê 19’ê Çileyê bi armanca balê bikişîne ser tecrîdkirina Ocalan û çalakiyên grevê birçûbûnê yên ku bi pêşengiya Leyla Guven hatî destpêkirin dadikeve qadan.
Di vê çarçoveyê de wê di 19’ê Çile de HDP li Amed û Stenbolê bi awayekî girseyî mitîngên herêmî û bi silogana “Demokrasî, Azadî û Edalet” li dar bixe.
Ji bo ku her du mitîng jî bi girseyî derbas bibin, hem li Tirkiyê û hem jî li bajarên herêmê ji niha ve amadekariyên mitîngan hatine destpêkirin.
Ji bo mitînga Amedê dê ji sibê heta 8’ê mehê li hemû navçe û bajarên herêmê civînên gel bên lidarxistin.
Hat zanîn ku dê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî beşdarî mitîngan bibin.