Her sê aliyan civînên astanayê weke çareserî dan pêş

Dewletên qaşo garantor, ji bo parçekirina Sûriyê, duh careke din bi rêya enternetê civiyan. Her sê aliyan civînên Astanayê weke çareserî dan pêş. Êş û azarên gelên Sûriyê bi şêweyekî cidî nehatin ser zimanan.

Serokê Rûsya Velademir Putin diyar kir ku cezayên aborî li dijî hikûmeta Şamê ne rewa ne û destekdayîna xwe bi Sûriyê re nîşan da.

Putin bal kişand ser şerê li Idlibê û ji Erdogan û Rûhanî re wiha got;

“Hê jî teror li Idlibê û hinek deverên din ên Sûriyê bi dawî nebûye.”

Serokê Îranê jî di civînê de dev avêt Amerîka û daxwaza derxistina hêzên Amerîkî ji Sûriyê kir.

Her sê aliyan bi daxuyaniyeke hevbeş naskirina Amerîka ji serweriya Îsraîlê li ser herêma Colanê re şermezar kir.

Her wiha civînên Astanayê ji bo çareseriya aloziya Sûrî esas dîtin.

Tê zanîn, heta niha 14 gerên Astanayê hatine lidarxistin, lê ti gav ji bo çareseriya aloziya Sûriyê pêş nexistin.

Back to top button