Salih Gedo: Divê hêz û partîyên Kurd li dijî êrîşan bibin yek

Sekretêrê giştî yê Partiya Çep a Demokratîk li Sûriyê Salih Gedo diyar kir ku divê aliyên siyasî yên Kurd li hemberî êrîşên dewleta Tirk helwestên xwe bikin yek.

Salih Gedo destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker tunekirina Kurdan e û têkbirina tevgera siyasî ya kurd e.

Gedo bêdengiya Amerîka û Rusya ya li hember polîtîkayên dewleta Tirk jî rexne kir û anî ziman ku dewleta Tirk ji vê bêdengiyê hêz digre.

Salih Gedo li dijî êrîş û polîtîkayên dewleta Tirk ev bang li hêzên Kurd kir;

“Divê tevger û aliyên siyasî yên Kurd bibin yek, da ku li hember êrîşên dewleta Tirk bisekinin.
Bi hev re bi yek dengî dengê xwe bighînin hêzên navneteweyî.”

Her wiha Salih Gedo bang li hêzên navneteweyî jî kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk hewlwestê nîşan bidin.

Back to top button