“Armanca Tirkiyê ew e ku Osmaniyan ji nû ve zidî bike”

Hunermend û mamostayên zanîngehê yên herêma Germiyanê der barê plan û armancên dewleta Tirk de destnîşan kir ku, Tirkiye dixwaze bi dagirkirina Kurdistanê, Osmaniyan zindî bike. Berdevkê hikumeta Başûr Cotyar Adil jî teqez dike ku têkiliyên wan bi dewleta Tirk re, dostane ne.

Bertek û nerazîbûnên welatiyên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk bêrawestan in.

Hunermend û mamostayên zanîngehê yên herêma Germiyanê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar kirin.

M. Şeyma Kiwêxa: Lawaziya hêza nîştimanî ya Başûr, hiştiye êrîş li dijî Kurdan pêk bên

Mamoste Şeyma Cemal Kiwêxa anî zimên ku dewleta Tirk dixwaze bi dagirkirina Kurdistanê, Osmaniyan zindî bike û got:

“Lawazî û nebûna hêzeke nîştimanî ya Başûrê Kurdistanê, hiştiye ku Tirkiye bi behaneyên cihêreng, êrîşan li dijî Kurdan pêk bîne û sivîlan şehîd bike.”

Şeyma Kiwêxa diyar kir ku divê partiyên Kurdan û hikumeta Iraqê rê li pêşiya destdirêjiya dewleta Tirk bigirin û nehêlin xewna dagirkirinê bidomîne.

Mamoste Şeyma Kiwêxa her wiha ji bo destxistina baregehên leşkerî yên Tirkiyê, bang li welatiyên Başûr kir ku çalakiyên aştiyane bi domdarî li dar bixin.

Hunermend Umer Ebdullah: Eger rê ji dagirkeriyê re neyê xweşkirin, nikarin li hember Kurdan rawestin

Hunermend Umer Ebdula jî da xuyakirin ku eger partiyên Kurd rêya dagirkeriyê xweş nekin, ti hêz nikare xwe li hemberî Kurdan bigire û got:

“Ji bo qewimîna biçûktirîn bûyerê, tevahî dezgehên ragihandinê dikevin tevgerê, lê mixabin xaka me tê dagirkirin, hemû xwe ker, lal û bêdeng dikin. Aliyên siyasî tevî ku bêhelwest in jî, rê nadin azadîxwazan ku helwesta xwe nîşan bidin.”

Umer Ebdula bang li hunermend û pêkhateyên Başûr kir ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, xwedî li xaka xwe derkevin.

Berdevkê hikumeta Başûr Cotyar Adil: Têkiliyên me digel Îran û Tirkiyê, dostane ne

Li aliyekî din, duh berdevkê hikumeta Başûrê Kurdistanê Cotyar Adil piştî civîna desteya wezîran, girêdayî têkiliyên bi dewleta Tirk a dagirker re got:

“Peyewendiyeke me ya dostane li gel dewleta Tirk û Îranê heye. Der barê êrîşan de jî, me daxuyaniyek daye, em rê nadin ku xaka herêmê ji bo çalakiyên leşkerî were bikaranîn.”

Back to top button