Weke îro, ji 1993’yan li Sêwasê, 33 kes bi saxî hatin şewitandin. Der barê vê komkujiyê de, HDP’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku koma kujer berî bûyerê bi hefteyan belavok belav kirin û banga ‘komkujiyê’ dikir, lê tevî vê jî dewletê dest li komkujiyê werneda.”
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar di daxuyaniya xwe de diyar kirin, ku wan ev komkujî ji bîr nekiiye, wê ji bîr nekin jî.
Hevserokan got:
“Bêedaletiya piştî komkujiya Sêwasê dewam kir, êşa vê komkujiyê duqat zêde bû.”
“27 sal derbas bûn; hîna kujer nehatine dadgehkirin”
Hevserokê Komeleyên Elewiyan a Demokratîk ê Enqereyê Mûstafa Karabûdak jî diyar kir, tevî 27 sal di ser Komkujiyê re derbas bûne jî, kujer hê bi rehetî digerin.
Karabûdak daxwaza darizandina kujeran kir û got:
“Em dixwazin hesabê komkujiyên li dijî Elewiyan bê dayin û sûcdar bên cezakirin.”
Mamosteyek piştî komkujiyê ji kar berda û nema çû Sêwasê
Menşûre Dogan ku wê demê li Sêwasê mamsote bû, piştî komkujiyê kar berda û careke din neçûye Sêwasê.
Dogan, got: “Ew bi saxî dişewitîn, em jî li cihê ku lê bûn dişewitîn.”
Di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de li Sêwasê li Otêla Madimakê 33 rewşenbîr, hunermend, akademîsyen û nivîskar bi saxî hatin şewitandin.