Çete li Efrînê goristana Êzidîyan a li gundê Şadêrê dikolin

Li Efrîna Dagirkirî, dawî li talan, wêranî û dizîya dewleta Tirk û çeteyên wê nayê. Dagirker mal û milkên Efrînîyan desteser dikin û bacê li ser wan ferz dikin. Vê carê jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker, goristana Êzidîyan a li gundê Şadêrê wêran kir.

Kiryar û polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker yên hovane û dermirovî li Efrîna dagirkirî dewam dikin.

Malpera Afrîn Post, ragihand ku çete goristana Êzidiyan a ‘Şêx Rikeb’ a li gundê Şadêrê yê navçeya Şêrewa dikolin.

Malperê, da zanîn ku çete bi armanca zêran derxînin, goristanê wêran dikin.

Çeteyên Tirk malên şêniyan desteser dikin

Heman malperê diyar kir ku, çete malên şêniyên Efrînê yên resen desteser dikin.

Malperê da zanîn ku çeteyên Tirk bi hêceta li cem xwediyê xaniyan belgeyên milkiyetê tune ne, malên wan desteser dikin.

Malperê eşkere kir ku çeteyan avahiya zarokên hec Izet Kurdî yê li taxê jî destser kir û yên kesên din jî her meh 50 Hezar LS jê distînin.

Çeteyên Tirk 5 terektor ji gundê Emara û Me’imila dizîn

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî, ragihand ku çeteyên Tirk 5 traktor ji gundê Emara û Me’imila yê dizîn.

Bekir Xelîl Biko

Mihemed Biko

Remzî Nehsan

Henîf Miho

Imad Ezîz Nehsan,

Rêxistinê, da zanîn ku çete bi ser de jî ji xwediyên wan 600 Dolar dixwazin.

Çeteyên Tirk bacan li xwediyên dikanan disepînin

Her wiha ferzkirina bacan li ser kurdan bê navber didome.

Malpera Afrîn Post, diyar kir ku çeteyên Tirk bacên nû bi qasî 150 L T li ser xwediyên dikanên sebzeyan û yê dikanên seman jî 100 L T frz dikin.

Back to top button