Idlib..çeteyek û 4 leşkerên hikumeta Şamê li eniya Fitêrayê hatin kuştin

Li Idlibê, di encama şerên dijwar navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê de, çeteyek û 4 leşkerên hikumetê hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh komeke hêzên hikumeta Şamê derbasî nuqteyeke çeteyan li eniya Fitêrayê bûn û di encama şerê di navbera herdu aliyan de, çeteyek û 4 leşker hikumetê hatin kuştin û jimarek jî birîndar bû.

Li gorî Çavdêriyê, ev şer heya vê sibehê jî dewam kir.

Li eniya Afis li rojhilatê Idlibê jî, herdu aliyan bi çekên navîn û giran êrîşî hev kir, lê heya niha ti agahî derbarê ziyanan de nehatine bidestxistin.

Çavdêriya Sûrî her wiha diyar kir ku duh êvarî dewleta Tirk karwaneke leşkerî nû derbasî herêma Putin-Erdogan kir.

Karwan ji 30 maşîneyan pêk dihat, di nav de hejmarek maşîneyên parastina asmanî jî hebû.

Ji Adarê û heya niha, 4 hezar û 340 maşîneyên leşkerî û zêdetirî 11 hezar leşkerên Tirk derbasî Idlibê bûne.

Back to top button