Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe li herêmê dagikirine revandina sivîlan didomînin û li hember berdana wan jî pereyên zêde dixwazin.
Bi taybet li Efrîna dagirkirî, di meha Hezîranê de 33 kes hatin revandin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, binpêkirinên hovane li dijî sivîlên herêmên dagirkirî didomînin.
Dagirkeran tenê di meha Hezîrana borî de 44 sivîl li Efrînê revandin û ji bo berdana wan jî pere xwestin.
Sivîlên girtî ji aliyê çeteyan de rastî eşkenceyê hatin û hinek ji wan jî hatin kuştin.
Li aliyê din jî, çete bi awayekî rojane mal û milkên şêniyan didizin û darên zeytûnan dibirin.
Navenda Belgekirina Binpêkirina li Bakurê Sûrî binpêkirinên meha borî li Efrînê belge kir.
3-4 û 5 Hezîran çeteyên Tirk gundê Raca yê navçeya Mabata dorpêç kirin û malên şêniyan ji hev xistin û hemû telefon û komputerên wan desteserkirin..
Çeteyan 4 sivîl ji vî gundî revandin.
Navên sivîlan jî ev in:
Hemîd Ibrahîm Xelîl 70
Ezîz Hisên Şêxo 60
Horîk Nesan Reşîd 37
Azad Ibrahîm Cemîl 30
6 Hizîran jî çeteyan şêniyê bi navê Emîn Remzî Gêlo 30 ji gundê Erind ê navçeya Şiyê revandin..
7 Hizîran jî çeteyan li gundê Me’mela yê Navçeya Racoyê 5 kes revandin tenê navê van du kesan hat zanîn.
Mihemed Henan Birîm 32 û Ciwan Şikrî Omer 20
10 Hezîran çeteyan sivîlê bi navê Mihemed Ismaîl Memo yê ji gunê Berşik revandin..
12 Hezîran Ebdo Murad û Mistefa Tala yên ji gundê Aşkan ê navçeya Cindirêsê hatin revandin..
Her wiha li gundê Darkêr ê navçeya Mabata jina bi navê Cîlan Cemal a 20 salî hat revandin..
14-16 -17 û 20 Hezîran:
Nizmî Mihemed Mihemed
Menan Hisên Sebrî
Mihemed Heyder
Mihemed Elî Arif
Henan Mihemed
Ibrahîm Omar Hilal
Cemîl Menan Hemdûş
hatin revandin û Qeys Kinco piştî hat revandin li gundê Tatiya yê Ezazê kuştî hat dîtin..
23-25-27 û 28 Hizîran jî:
Mihemed Elîko Fozî
Horîk Teraş
Elî Xişman Hisên
Rodîn Mistefa Riyad
Ibrahîm Elî Şikirî
Mesûd Osman Xelo
Mihemde Ebdo Ebid
Rojan Ismet hatin revandin.
Çeteyan destdirêjî li du zarokên bi navê Zeyneb Xelîl Xelo û Keça apê wê Ferîda Xelo kirin..
29 Hizîran jî çeteyan 5 kes li gundê Darkêr ê navçeya Mabatayê revandin.
Navên wan jî wiha ne;
Imad Hisên Qadir
Ebdo Mihemed Ebdullah
Mihyedîn Elîko
Cemal Omer Elîko
Sebrî Ehmed Mihemed