Waliyê Enqerê ji bo pêşîgirtina nerazîbûnan li bajar heta 15 çalakî qedexe kir

Boroyên Tirkiyê plankiribûn ku sibe wê li paytext Enqerê çalakiyek girseyî lidar bixin.

Waliyê Enqereyê, rojek beriya mîtînga parastinê ya baroyan, li bajêr ji bo 15 rojan lidarxistina çalakiyan qedexe kir.

Baroyên Tirkiyeyê amadekariyan dikin ku roja Înê li paytext Enqereyê mîtîngeke mezin li dar bixin.

Walîtiya Enqereyê bi hinceta “vîrûsa Coronayê” 15 rojan li bajêr lidarxistina çalakiyan qedexe kir.

Rêxistinên Baroyan li Enqereye li dijî pêşnûmeya pergala pir baroyan a ku hikûmeta AKP’ê anî rojeva meclîse, li pêş Edliyeya Enqereyê “Zincira Parastinê” ava kirin û şermezar kirin.

Balkêşe ku 15’ê Hezîranê dema HDP’ê dest bi meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê kir, waliyên faşîzma AKP’ê ji bo meşê asteng bike, li gelek bajaran biryara qedexekirina çalakiyan dabû.

Back to top button