Wezîrê Karên Derve yê Emerîka Mîke Pompeo îdîa kir ku beşek ji mîsyona Dewletên Yekbûyî yên Emerîka ew e ku Kurd bi destê Tirkan neyên kuştin û di komkujiyan re derbas nebin.
Mîke Pompeo ji malpera Newsmax re axivî û got:
Nekuştina Kurdan bi destê Tirkan, parastina kêm olan li Sûriyeyê, ev hemû beşek ji mîsyona Emerîkayê ne.
Her wiha Pompeyo li ser dema vekişîna leşkerên Emerîkayê agahî neda û diyar kirr ku divê hevrikên Emerîka nizanibin dê leşkerên Emerîkî kengî vekişin.
Biryara Donald Trûmp ya vekişîna leşkerên xwe ji Sûriyê nerazîbûn li anva rêveberiya DYE’yê û hevalbendên wê vekir.
Di encamê vê nerazîbûnê de Wezîrê Parastinê Jîm Mattîs û nûnerê taybet ê DYE’yê yê li koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê Brett McGûrk îstifa kiribûn.
Ji ber nerazîbûnan Trûmp paş ve gav avêt û diyar kir ku vekişîn wê demekê dewam bike.
Hêjayî bibîrixstinê ye ku, serokê Emerîka Donald Trumo jî, gotibû ku, piştî vekişîna wan ji Sûrî jî, ew ê Kurdan biparêzin.