Zeyneb Celaliyan Sembola jinên serhildêr û dengê kesên Azadîxwaz e

Zeyneb Celaliyan, parastina doza jinan û mafê mirovan dike, ew bû hewara dengê gelê Rojhilat yê hatî bê-dengkirin, dibe ku bi girtîgeh û êşkencê xwestin wê ji nava gel dur bixin, lê wê ti demê dest ji berxwedanê bernedaye. Ka em bi hev re li têkoşîna Zeyneb di vê dosyê de temaşa bikin.

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ev 13 salin di girtîgehên rejîma Îranê de dimîne.

Zeyneb Sembola jinên serhildêr e, dengê kesên azadîxwaz li Rojhilatê Kurdistan û Îranê û bûye parstvanek ya mafên jinan û mirovan li dijî zilma Îranê.

Zeyneb Celaliyan di sala 1986’an de li gundê Dêm Qişlax ya ser bi bajarê Mako ya Rojhilatê Kurdistanê, di nava derdorek welatparêz de tê dinê.

Rejîma Îranê hertim bi çavek cûda li malbata Celaliyan temaşe dikir, Zeyneb ev nêzîkatiyên rejîmê zû ferq kir, û di zarokatiya xwe de cûda û serkêş bû.

Tevgera Azadiyê li zaroka 10 salî xwedî derket, ew parast û fêrî xwendin û nivîsandinê kir.

Piştî ku Zeyneb mezin bû li warê xwe Mako, di warê çandî û civakî de pir xebat dan meşandin.

Di sala 2007’an de li bajarê Kirmanşan yê Rojhilat ji aliyê hêzên istixbarata rejîma Îranê ve hat girtin.

Di sala 2009’an de bi tewanbariya ‘Şerê li dijî xwedê û pêxember kiriye’ ew birin dadgehê.

Bêyî ku parêzerek an jî Desteya Sondxwaran hebe, di nava çend deqeyan de dadgeha wê bidawî kirin û hukmê darvekirinê lê birîn.

Hukmê bidarvekirina Celaliyan bû rojeva raya giştî ya herêm û cîhanê û nerazîbûneke mezin hat nîşandan.

Ji ber vê jî rejîma Îranê careke din Zeyneb dadgeh kir û hukmê muwebed lê birîn.

Ji roja Zeyneb Celaliyan hatî girtin heya roja îro di girtîgehê de rastî gelek zext û êşkenceyên giran tê.

Piştî belavbûna virûsa koronayê rewşa Celaliyan a tendirustî di girtîgehê de hîn zêdetir girantir dibe û bi virusa koronayê dikeve.

Lê tevî nexweşiya wê jî Rêjîman Îranê Zeyneb ji bo girtîgeha Qerçek veduguhêze.

Piştî hate ragihandin Celaliyan bi virûsê ketiye, ji bo piştgiriya Celaliyan ji aliyê jinan ve kampanyek îmzeyan bi dirûşmeya “Ji bo Zeyneb Celaliyan azadî” li ser asta navnetewî hate ragihandin.

20’ê Hezîranê, Zeyneb li gel girtiyek din a bi navê Suheyla Hîcab dest bi gireva birçîbûnê dikin.

Piştî wê Zeyneb birin cihekî ne diyar û heya niha rayedarên rejîma Îranê bi ti awayî destûr nadin agahiyek li ser jiyana wê ji bo derve, were ragihandin.

Celaliyan di gelek nameyên xwe de balê dikişîne ser îradeya xwe ya li hemberî zilma rejîma Îranê.

Di nameyekê de, wiha dibêje:

“Mirin û êş di rêya azadiyê de ji bo min şirîne, wê ti hewildanek we bi sernekeve, ne kes û ne jî ti tiştek ewqas bihêz nîne ku bikare min ji rêya têkoşînê bide sekinandin. Ez bi tenê ji hemûyan bihêztirim û ez ê berdewambim li ser vê dozê.”

Tevî ku ev 13 sal in girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan di girtîgehê de ye û gelek pirsgirêkên wê yên tendirustî hene, lê heya niha jî rayedarên rejîma Îranê destûr nedane malbat serdana wê bikin.

Back to top button