Lihevkirin li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî

Qaşo dewletên garantor ji kêmkirina şerê li Sûriyê re, doh li hev civiyan. Di civîna li ser înternetê de 2 xalên balkêş derketin pêş.

Yek; lihevkirin li dijî sîstema Rêveberiya Xweser li Sûriyê, Û ya din jî derbarê cezayên aborî ên qanûna Qeyser bû. Ev yek nîşan dide ku civîn ne di asta ku her sê aliyan dixwest de bû.

Derbarê aloziya Sûriyê de civînên herêmî û navdewletî tên lidarxistin.

Lê belê ti civîn êş û azarên welatiyên Sûrî nagire dest û tenê bi lihevkirina li ser berjewendiyan li dar dikevin.

Bi taybet her sê dewletên qaşo garantor Rûsya, Tirkiye û Îran.

Xalên serke û hûrgiliyên civîna doh ya navbera aliyan de hîn zelaltir bû.

Di nava diyalogên her sê serokên dewletên qaşo garantor de 2 xalên balkêş derketin pêş.

Her sê aliyan li dijî projeya Rêveberiya Xweser li hev kirin.

Li bakur û rojhilatê Sûriyê projeya Rêveberiya Xweser wek alternatîf ji sîstema netewdewletê re bi şêweyekî serkeftî cî girt.

Her wiha ji pirsgirêkên olî, siyasî û civakî re bû bersiv.

Bi vê lihevkirina her sê aliyan li dijî rêveberiya xweser re, niyeta wan a parçekirina Sûriyê û bi taybet ji aliyê Tirkiyê ve li ber çavan e.

Derbarê sepandina qanûna Qeyser de li dijî hikûmeta Şamê cudahiya nêrînan

Ji aliyekî din ve derbarê qanûna Qeyser a cezayên aborî li dijî hikûmeta Şamê de nêrînên her sê aliyan ji hev cuda bû.

Serokê Rûsya Velademîr Pûtîn bal kişand ser qanûna Qeyser û ev tişt anîn ziman:

Rûsya cezayên Qeyser qebûla nake.

Cezayên Amerîka yên nû li dijî hikûmeta Şamê bêtir Sûriyê dorpêç dike.

Tevî helwesta Rûsya li dijî cezayên Amerîkî yên nû li dijî hikûmetê, lê belê di daxuyaniya hevbeş a dawî de helwesteke yekgirtî li dijî qanûna Qeyser nehat ragihandin.

Ev jî bi tena serê xwe dide diyarkirin ku nêrîna Rûsya û Îran derbarê qanûna Qeyser li dijî hikûmeta Şamê de, ne wek ya Tirkiyê ye.

Dagirkeriya Tirkî hewl dide ku projeya rêveberiya xweser a bi serkêşiya Kurdan birûxîne.

Rûsya hewl dide navbera Tirkiye û Amerîka xera bike û li herêmê bi rêya Sûriyê xwedî biryar be.

Îran jî dixwaze binesaziyeke xwe ya Şîî li Sûriyê wek Iraqê ava bike.

Bi kurt û kurmancî ew her sê aliyên bi nakok Rûsya, Tirkiye û Îran dixwazin pareke xwe ji Sûriyê bibin.

Di nava van armancên wan de, gelên Sûrî berdêla herî giran didin.

Back to top button