ÎRAN INSTAGRAM JÎ HAT QEDEXEKIR

Hikûmeta Îranê di çarçoveya qedexekirin û girtina medyaya cîvakî de, biryara qedexekirina Înstagramê jî da.

Cîgirê Dozgerê Giştî yê Îranê Cewad Cawîdniya duh eşkere kir ku biryara qedexekirina Înstagramê ji aliyê piraniya dengan a Endamên Şura Bilind a Fezayî û Mecazî ya Îranê ve hat pejirandin.

Di derbarê vê biryarê de Wezîrê Geyandin û IT yê Îranê Cehrûmî, daxwaz kir ku sedemê qedexekirin Înstagramê ji bo gel were eşkerekirin ku wê çi gûhertin di aliyê desthilatdarî, kêmbûna sûcan de çêbike.

Hêjayî gotinê ye ku par jî tora civakî ya Telegram bi biryara Dozgerê Giştî yê Îranê hat qedexekirin û ev qedexekirin hêjî didome.

Lê piştî qedexekirinê jî zêdetirî 40 milyon kes hîna dikarin Telegramê bikarbînin.

Her wiha li Îranê twîtter bi fermî ji sala 2009’an ve hatiye qedexekirin.

Lê hîna jî hinek ji rayedarên dewletê rojane twîtterê bikar tînin.

Leave a Reply

Back to top button