Balafirên dewleta Tirk êrîş birin ser herêma Amêdiyê û Çiyarê Garê yên Başûrê Kurdistanê.
Balafirên şer ên dewleta Tirk gundê Girkaş ê Dêrelûkê yên girêdayî Amêdiyê bombebaran kirin.
Her wiha êrîşên dagirkeriyê ser Çiyayê Gare jî pêk hatin.
Derbarê ziyana bombebaranê de ti agahî bi dest neketine.