Fransa beşdariya xwe ji operasyonên “gardian sea” re sekinand û li benda NATO’yê ye

Di navbera Fransa û Tirkiyê de li deryaya Spî nakokî zêde bûne. Fransa daxwaz ji Natoyê kir ku divê Tirkiyê rêzê ji qedexeya sekinandina çekan ji Lîbya re bigire.

Lê belê NATO di wê mijarê de xemsar e, ji ber vê yekê Parîsê beşdariya operasyona ‘Gardiyanên Deryayê” ku NATO li hemberî Lîbyayê pê radibe, sekinand û li benda bersiva NATO`yê ye.

Wezîrê parastinê yê Fransayê Florence Barley li pêşiya Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya Parlamentoya Ewropayê anî ziman ku Fransa li ser NATO`yê şert kiriye ku rêzê ji qedexeya şandina çekan ji Lîbyayê re bigire.

Her wiha da zanîn ku reftarê keştiya Tirkiyê ji hempîşeya wê Fransayê re nayê qebûlkirin û ev yek dijminahî ye.

Florence Barley şert dike ku nabe Tirkiye planên NATO`yê di operasyonên xwe yên derveyî erkdariya NATO`yê de bi kar bîne.

Ji ber vê yekê Parîsê beşdariya operasyona ‘Gardiyanên Deryayê” ku NATO li hemberî Lîbyayê pê radibe, sekinand û li benda bersiva NATO`yê ye.

Back to top button