EV ÇAR ROJ IN ÇETEYÊN DEWELTA TIRK LI HEMBER HEV ŞER DIKIN

Xuya ye êdî komên çete tiştek di destê wan de nema, îcar li hev dizivîrin.

Ev 4 roj in şer di navbera Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û Nûredîn El-Zinkî dewam dike.

Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin.

Di navbera çeteyên dijberî rêjîma Sûrî yên ku dewleta Tirk a dagirker wan xwedî dike de ev çar roj in şer didome.

Şer li aliyê bakur-rojavayê Sûriyê li herêmên navbera parêzgehên Heleb, Hema û Idlibê de bi hemû dijwariya xwe rû daye.

Aliyekî vî şerî çeteyên Hey’et Tehrîr El-Şam e ku berê weke Cebhet El-Nusra dihat naskirin, û Partiya Îslamî ya Tikistanî ye.

Ev kom jî beşên El-Qa’îdê ne û weke tê zanîn lihevkirina navbera Rûsya û Tirkiyê de ya der barê qaşo “herêma bêçek” red kirine.

Aliyê din jî Tevgera Nûredîn El-Zenkî ye, ev jî di bin sîwana koma bi navê El-Cebhe El-Wataniye Lil-Tehrîr ango (Eniya Netewî ya Rizgariyê) de ye.

Ev koma çeteyan jî, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye avakirin, û hemû komên çete yên li herêmê xistiye nav vê komê.

Şer çawa dest pê kir?

Çeteyên Nûredîn El-Zenkî bi kemînekê 5 çeteyên Hey’et Tehrîr El-Şam kuştin, û ev bûyer bû sedema derketina şer.

Weke bersiv, çeteyên Hey’et Tehrîr El-Şam êrîş bir ser bajaroka Darazê دارة عزة û tevî hin gundên derdorê, bi temamî xist bin kontrola xwe.

Hêjayî gotinê ye ku bajaroka Darazê li başûr-rojavayê Efrînê dikeve.

Çavkaniyeke çeteyên girêdayî dewleta Tirk diyar kir ku ew bi rayadarên Tirk re di nava danûstandinan de ne da ku ji nû ve herêmê vegerînin bin kontrola xwe.

Li aliyê din, dîplomatekî rojavayî ku aloziya Sûrî ji nêz ve dişopîne, ji ajansa Reutersê re dest nîşan kir ku armanca çeteyên girêdayî El-Qa’îdê vekirina korîdorekê li herêmên navbera parêzgehên Heleb û Idlibê de ye.

Der barê pêşketinên li ser erdê jî, xelkê bajaroka Seraqibê ya girêdayî parêzgeha Idlibê anîn ziman ku ew ditirsin ku şer derbasî hundir bajaran bibe.

Ji xwe duh sivîlek li bajaroka Etmê ya ku li ser sînorê Efrînê ye, bi guleya wan çeteyan jiyana xwe ji dest da.

Têkildarî encamên şer jî, çavkaniyên li ser erdê tînin ziman ku bi dehan kuştî ji herdu aliyan hene.

Hêjayî bîrxistinê ye ku çeteyên Hey’et Tehrîr El-Şam ku serçeteyê wê Ebû Mohemed El-Colanî ye, piraniya herêmên parêzgeha Idlibê kontrol dike.

Leave a Reply

Back to top button