PYNK: Divê gel li dijî komployan hevgirtî be

Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd li ser têkbirina komployên ku di civîna sêalî ya Rûsya, Îran û Tirkiyê ser Sûriyê hatine sazkirin, banga yekgirtinê li gel kir.

Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd li ser civîna sêalî ya di navbera serokomarên Rûsya, Îran û Tirkiyê ku 1’ê mehê li ser aloziya Sûriyê pêk hat, daxuyaniyek da.

Partiyên Yekîtiyê di daxuyaniya xwe de li ser encamnameyên civîna sêalî got ku ev welat hewil didin ku hemû xebatên ji bo bidawîkirina alzoiya Sûriyê pûç bikin.

Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd ev bang li gel û hemû hêzên siyasî û civakî kirin ku li hemberî van komployan bisekinin û bi xurtkirina hevgirtinê têk bibin.

Her wiha bang li hemû hêzên niştimanî hat kirin ku li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya 2254 tevbigerin a ku nûnertiya hemû opzisyonan di bedeneke siyasî de dipejirîne bêyî ku aliyekî dûr bixe.

Back to top button