Hesen Mihemed Elî: Ji ber destwerdana hêzên derve, aloziya Sûrîyê kûrtir dibe

Endamê serokatiya MSDê Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dûrî ajandeyên derve yên ku alozî kûrtir kirin, hewl didin kongreyek niştîmanî ji opozîsyona demokratîk bi tevlibûna tevahiya aliyên opozîsyonê li ser masayekê li dar bixin. Her wiha destnîşan kir ku diyaloga Sûrî-Sûrî bingeha çareseriyê ye.

Endamê serokatiya MSD`ê Hesen Mihemed Elî derbarê aloziya Sûriyê de ji ajansa hawarê re axivî.

Hesen Mihemed Elî diyar kir ku ji ber destwerdana dewletên derve, aloziya Sûrî çareser nabe û eşkere kir ku piraniya aliyên navnetewî yên ku berjewendiyên wan li Sûriyê nakok in, qebûl nakin ti aliyek pêşeroja Sûriyê kontrol bike.

Derbarê nêrîna Meclisa Sûriya Demokratîk ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê Mihemed Elî got:

“MSD`ê gelek caran bang li hikumeta Sûriyê kir ku diyaloga Sûrî-Sûrî bingeha çareseriyê ye. Ji ber divê gelê Sûriyê aloziya xwe bi xwe çareser bikin.”

Têkildarî rêyên çareseriya aloziyê Hesen Mihemed Elî diyar kir ku bi rêbazên leşkerî aloziya Sûrê wê çareser nebe û ew bi çareseriya siyasî re ne.

Hesen Mihemed Elî: MSD wê kongreyek niştimanî, ji bo opozîsyona demokratîk li dar bixe

Girêdayî nîqaşên ku MSD`ê bi aliyên opozîsyonê re kirine Mihemed Elî wiha got:

“Niha em hewl didin kongreyek niştîmanî ji opozîsyona demokratîk re lidar bixin.
Bi rêya wê em hewl didin tevahiya aliyên opozîsyonê li ser masayekê kom bikin.
Ev proje jî bi awayekî erênî ji hêla gelek aliyên opozîsyona Sûriyê ve hate nirxandin.”

Li gorî Mihemed Elî ev proje hewl dide ji dûrî ajandeyên herêmî, Sûriyê û gelê wê biparêze. Her çendî nakokî di navbera wan de hebin, lê dikarin li hev kom bibin û Sûriyê ji vê aloziyê derxînin.

Mihemed Elî dawî de bang opozîsyonê kir ku ji ajandeyên derve dûr bikevin û derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin, ji ber ku ewle ne û beşek ji Sûriyê ne.

Back to top button