Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Izazê, 2 malbat tevî zarokên dergûş revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên qaşo bi navê “artêşa Niştimanî ya Sûrî” malbata çalakvanekî tevî zarokên dergûş li bajarê Izazê revandin.

Li gorî navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî, çalavkvanê bi navê Ebû Hemam Tedamin ji gundewarê Şamê koçberî Izazê bûbû.

Dema çeteyan girt ser mala Ebû hemam, ew ne li mal bû, êdî hevjîna wî û herdu zarokên wî revandin..

Di heman demê de, komeke din girt ser mala birayê Ebû Hemam, vê carê dayîk û xuşik wî revandin.

Li aliyekî din jî, malbatek bi temamî tevî dê û bavê yên temenmezin hatin revandin..

Back to top button