YPJ ENCAMA ŞER Û BERXWEDANA SALA 2018’AN ŞEKERE KIR

Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Jin-YPJ’ê encama şer û berxwedana sala 2018’an bi daxuyaniyeke bi raya giştî re parve kir.

Fermandariya YPJ’ê têkildarî encama şer û berxwedana sala 2018’an daxuyaniyek da..

Fermandariyê bi bîr xist ku şervanên parastinê yên jin ji destpêka şoreşa Rojava ve di asta pêşengiyê de cihê xwe di nava şer û berxwedanê de girtine û wiha got:

Me weke Yekîneyên Parastinê yên Jin sala 2018’an bi her awayî erka parastina tevahî jinan û gelê xwe bicih anî.

Hêzên me, di berxwedana serdemê de bi vîneke ji polayê, wêrekî û baweriyek mezin bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker dan.

Ev sekna berxwedêr a şervanên me, biryaradariya me a serkeftinê diyar kir.

Şervanên me her wiha bi awayekî çalak cihê xwe di nava pêngava Bagera Cizîrê û hemû şerê li dijî DAIŞ û hêzên dagirker de girtin..

Fermandariya YPJ’ê têkildarî encama şer û berxwedana sala 2018’an ev agahî parve kirin:

-Li Efrînê di şerê 58 rojan de 900 caran şer qewimî.

-Hezar û 42 êrîşên hewayî ji aliyê hêzên dagirker ve pêk hatin.

-Di şer de 2 hezar û 422 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

-Di qonaxa duyemîn a berxwedana serdemê de jî 147 çalakî hatin lidarxistin.

-Di van çalakiyan de 350 çete û leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin.

-Şervanên YPJ’ê di Pêngava bagera Cizîrê, bi roleke pêşeng rabûn.

-Di qonaxên cûda ên pêngavê de 4214 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

-Di pêngavê de bi dehan navçe û bi sedan gund ji dagirkeriya DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.

-Bi deh hezaran sivîk ji destê çeteyan hatin xelaskirin.

-Sala 2018’an ji şer û berxwedana parastina rûmetê de 149 şervanên YPJ’ê şehîd bûn.

Fermandariya YPJ’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku sala 2018’an ji hemû pêkhateyên li Rojava û Bakurê Sûrî bi sedan jin beşdarî nava refên wan bûne.

Leave a Reply

Back to top button