Serokên baroyan li ber Meclisa li Enqereyê mayîna xwe didomînin

AKP’ê ji bo hilbijartinên dema pêş, pêşnûmeya pir-baroyan amade kir. Serokên baroyên gelek bajarên Tirkiyê xwestin beşdarî hevdîtinên vê pêşnûmeyê li Komîsyona Edaletê ya Meclisê bibin, lê destûr nehat dayîn, ji lew re dest bi çalakiyê kir.

Serokên baroyan li ber deriyê Meclisê dest bi çalakiyê kir û ji duh bi şev heta vê sibehê bendemayîna xwe didomînin.

Li ser pêşnûmeya pir-baroyan hevdîtin didomin.

Tê gotin, partiyên muxalefetê bi beşdariyek xurt di hevdîtinê de cih digirin, ji wan:

131 palarmenterên CHP’ê û 10 parlamenterên Partiya ÎYÎ.

Dede: Hikumeta AKP-MHP projeya fetoyê pêk tînin

Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Parêzer Umît Dede, bertek nîşanî vê pêşnûmayê da û anî ziman ku ev guherandin li dijî xala 135’an a Qanûna Bingehîn e û tevahiya civakê eleqedar dike.

Dede got:

“Ev guherandin projeyeke FETO’yê ye.”

Back to top button