Di nava mehekê de 913 malbatên Şengalê vegeriyan malên xwe

Li dijî dagirkeriyê û êrîşên wê yek ji helwestên herî bi rûmet ya Şengaliyane.

Şengaliyên li kampên nêzî Dihokê, piştî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser warê pîroz Şengalê, berê xwe dan cih û warê xwe.

Komîsyona Pêşwazîkirina Koçberan a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand tenê di nava meha Hezîranê de, 913 Şengalî vegeriyane warê xwe.

 

Ev der Şengal, cihê herî kevnare yê gelê kurde li ser jiyaye û xwe parastiye.

Ji ber vê yekê dijminên gelê kurd her tim xwestin despêkê ji vir vîna gelê kurd bişkînin.

Çeteyên DAIŞ yên dewleta tirk bi vê armanca qirkirin û tinekirinê 2014’an êrîşî civaka Êzidî kirin.

Lê piştî ku biser neket, vê carê dewleta tirk bi xwe dest bi êrîşên li dijî herêmê kir.

Herî dawî dewleta tirk a dagirker, 15’ê Hezîranê êrîşî Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Li dijî van êrîşan rêveberiya Xweser ya Şengalê yekser helwest nîşan da û êrîşa dagirkeriyê şermezar kir.

Piştî van daxuyaniyan Şengaliyên ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ’ê koçber bûbûn dest bi vegerê kirin.

Weke despêkê 300 kes vegeriyan.

 

Tevî astengiyên asayîşa PDK’ê jî Şengaliyan xwe gihandin warê xwe.

Şengaliyên ku li kampên Çemişko, Xankê û Biedrê yên Başûrê Kurdistanê diman û vegeriyan Şengalê keyfxweşiya xwe anîn ziman.

 

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bo pêşwazîkirina koçberan, 15’ê Gulana 2020’an komîsyonek ava kir.

Komîsyonê têkildarî karê xwe yê meha Hezîranê daxuyaniyek weşand û got:

Di nava mehekê de 913 Şengaliyên li kampên Başûrê Kurdistanê vegeriyane gund û navçeyên Şengalê û vegera wan dewam dike.

Komîsyonê bang li Şengaliyên li kampan kir ku vegerin ser xaka xwe û xwedî li Şengalê derkevin.

Back to top button