Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ji aliyê şervanên QSD’ê ve bi hemû hêza xwe didome.
Şervanên QSD`ê 700 sivîl ji bajarokê Hecînê rizgar kirin û ber bi cihên ewle ve birin.
Bi pêşketinên şervanên QSD’ê li bejahiya DêraZorê hem cih tên rizgarkirin û hem bi hezaran sivîl ji tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê tên xilaskirin.
Çavkaniyek leşkerî ji pêngavê diyar kir ku hêzên QSD`ê, duh di seatên êvarê de 700 sivîl ku piraniya wan jin û zarok in, ji herêmên di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de rizgar kirin.
Çavkaniyê got, şervanan hemû pêdiviyên sivîlan bicih anîne û ew birine cihên bi ewle.