HPG: Li Wan û Heftenînê 3 leşkerên dagirker hatin kuştin

Li Heftenînê ya ku dewleta Tirk mêtinger dixwaze dagirbike gerîlayên HPG’ê û YJA Starê berxwedaneke bê hempa nîşan didin.

Gerîla bi çalakiyên mezin rê nadin ku artêşa dagirker bi pêş de biçe û bighêje armanca xwe.

HPG’ê bi ragihand ku gêrîlayên wan di 2’yê Tîrmehê de li artêşa Tirk ya dagirker xistine û di encamê de herî kêm 3 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê ya ku li Herêma Heftenînê li dijî artêşa Tirk ya ku dest bi êrîşa dagirkirinê kiriye û çalakiyên gerîla yên li qadên de, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin;

“1’ê Tîrmehê hêzên ku parastvanên sînor ên ser bi Iraqê li mintiqeya Kerê ya ser bi herêmên Kela Şabanikê û Derkarê yên Batufayê bi cih bûn. Van hêzan ragihandin ku ji bo pêşîgirtina li pêşveçûna artêşa Tirk a dagirker hatine. Hewldaneke bi vî rengî ku bi zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker hate kirin cihê fikaran e. Hêzên me rewşa wan a li herêmê dişopînin. Heta ku rewşa li vir baş bê fêhmkirin, hêzên me wê di pozîsyona xwe ya heyî de bin û piştre wê li gorî encama derkeve holê helwestê nîşan bidin.

26’ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker li qada Kato Kavalê ya Colemêrgê dest bi operasyonekê kir. Balafirên şer û helîkopterên êrişê bi şev bombebaranek giran kirin û artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky leşker li herêmê danî. Artêşa Tirk 27’ê Hezîranê bi rengekî bêencam ji herêmê vekişiya.

Hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de 30’ê Hezîranê saet di 19:50’î li qada Kato Xelîla ya navçeya Şaxê ya Wanê li leşkerên dagirker ên li mintiqeya Çelê Bûka kontrola rê dikirin, xistin. Di çalakiyên sûîqestê de 2 leşkerên dijmin hatin cezakirin.

“2’yê Tîrmehê saet 11:20’î de hêzên me yên YJA Starê li qada Şeşdara ya Heftenînê li dijî artêşa Tirk çalakiyeke sûîqestê kirin û leşkerekî dijmin ceza kirin.

2’yê Tîrmehê saet 19:30’î de hêzên me li leşkerên li ser Girê Kato Sule xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

2’ê Tîrmehê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li derdora gundê Yekmalê yê herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bombebaranê tiştek bi hêzên me nehatin.”

Back to top button