Berwarî: Iraq tevlî plana li dijî Kurdan bûye

Endamê KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî, destnîşan kir ku çûyîna hêza Iraqê ji bo Zaxo pilanek hevbeş ya Iraq û Tirkiyê ye da ku devera sînor kontrol bikin û bihevre li tevgera azadîxwaz a gelê Kurd bixin.

Berwarî got, rewşa heyî encama siyaseta şaş a hizbên Başûre.

Ger van şaştiyên xwe dewam bikin, wê statûya navê Herêma başûrê Kurdistanê jî ji dest bidin.

 

Mamostayê Zanîngehê û Endamê KNK’ê Dr.Kamûran Berwarî têkildarê planên li ser Kurdan bi giştî û bi taybet Başûrê Kurdistanê ji ajansa Rojnews’ê re axivî.

Dr. Kamûran Berwarî da zanîn ku tiştek bi navê Hikûmeta Herêma başûrê Kurdistanê nemaye, desthilatdarên Herêmê nekarîne bi berpirsyarî nêzî rewşa heyî bibin û plana metirsîdar ya Enqere, Bexda û Tehranê fêhm bikin.

Berwarî wiha got:

“Tişta niha rûdide encama referandûma Barzanî ye ku bû sedem Hikûmeta Herêmê gumrig, sînor, aborî, ewlehî û serweriya xwe ji dest bide.
Ger li ser siyaseta xwe ya şaş dewam bikin wê statûya Herêma Başûrê Kurdistanê jî wenda bikin.”

Berwarî peymanên Tirkiye, Sûrîye, Iraq û Îranê ya li dijî kurdan yên di sedsalên derbasbûyî de bibîrxist û ev tişt anî ziman:

“Niha jî plan û lihevkirinek hevbeş ji bo dagirkirin û kontrolkirina herêmê hene.
Dixwazin li dîrokê vegerin, bi taybet bername û stratejiya dewleta Tirk û Hikûmeta Iraqê ewe sînor kontrol bikin û bihevre li tevgera azadîxwaz a gelê Kurd bixin.”

Berwarî ji ber metirsiya li ser herêmê, ev bang li gel û aliyên siyasî yên başûrê kurdistanê kir:

“Ger em xwe neparêzin û hêza me nebe, ti destketiyekî me namîne.
Pêwîste desthilatdarên Hikûmeta Herêma başûrê Kurdistanê jî stratejiya şaş a 100 salên derbazbûyî dewam nekin.
Divê stratejiyek netewî birêve bibin û hêzek Kurdistanî ava bikin.”

Endamê KNK’ê Dr.Kamûran Berwarî bang li Serokkomarê Iraqê berhem Salih ji kir û ev daxwaz jê kir:

“Divê wek Kurdek erk, berpirsyartiyên xwe yên netewî, exlaqî û mirovî bicih bîne.
Divê li Kurdistanê temaşe bike ku rojane çiqas jin, zarok û ciwan şehîd dibin, çiqas gund ji aliyê dijmin ve tên şewitandin û valakirin.”

Back to top button