Li herêmên hikumeta Şamê kesekî ji ber Coronayê mir

Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Şamê ragihand ku kesekî ji ber vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest da û 16 kes jî bi vîrûsê ketin.

Her wiha wezaretê diyar kir ku 10 kes jî ji vîrûsê rehet bûn.

Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tenduristiyê li herêmên hikumeta Şamê hejmara kesên bi vîrûsê ketin gihiştiye, 328’an.

Her wiha heta niha 123 kesên ku bi vîrûsê ketibûn baş bûne û 10 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button