Şêniyên Qamişlo şehîd Elî û Omer bi merasimekê oxir kirin

Bi sedan şêniyên Qamişlo endamê Yekîneyên Antî Teror (YAT) Elî Elî (Şevreş Qamişlo) û şervanê YPG’ê Omer Dînçer (Hozan Peyaniş) bi merasîmek girseyî oxir kirin.

Endamê Yekîneyên Antî Teror (YAT) Elî Elî (Şevreş Qamişlo) di pêngava li Dêrazorê de li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê birîndar bibû û 27’ê Hezîranê şehîd bû.

Şervanê YPG’ê Omer Dînçer (Hozan Peyaniş) 6’ê Hezîranê di encama nexweşiyekê de li bajarê Hesekê şehîd bû.

Cenazeyê herdu şehîdan îro bi beşdarbûna bi hezaran şêniyên kantona Qamişloyê û hêzên leşkerî li goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişloyê hatin veşartin.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê PYD’ê û Meclisa Malbatên Şehîdan a katona Qamişlo axeftin hate kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya wan dan.

Piştî axaftinan nasnameyên herdu şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan di nava diruşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

Back to top button