Andrej Hûnko: Dewleta Tirk li Rojava sûcên şer pêk tîne, divê were darizandin

Siyasetmedarê ji Partiya Çep a Almanyayê Andrej Hûnko komkujiyên dewleta Tirk yên Gundê Helincê û Şarbajêr yê Silêmaniyê bir rojeva Meclîsa Federal a Almanyayê.

Andrej Hûnko diyar kir ku dewleta Tirk bi balafirên bi çek sûcên şer kiriye. Divê dewleta Tirk were cezakirin û hikûmeta Alman jî piştgiriya xwe ya bi Erdogan re bidawî bike.

Siyasetmedarê Alman Andrej Hûnko êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û dazanîn ku SÎHA’yên dewleta Tirk bi awayekî vekirî sucê şer kiriye.

Andrej Hûnko bêdengiya Almanyayê jî rexne kir û got:

“Dewleta Tirk hertim sûcên şer dubare dike û li dijî kurdan pêktîne. Ji bo vê jî divê Hikûmeta Federal a Almanyayê hevkariya xwe ya bi Tirkiyê re bi dawî bike.

Siyasetmedarê Alman daxuyakirin ku bikaranîna balafirên bi çek li dijî sivîlan û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava û Başûrê Kurdistan bi awayekî vekirî tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî.

Hûnko bang li saziyên navdewletî kir ku li dijî balafirên hewayî yên bê mirov ên bi çek, bê qedexekirin bikevin tevgerê.

Back to top button