Artêşa Niştimanî: Lihevkirina Tirkiye-Serac, serweriya Lîbyayê binpê dike

Tora El-Arabia ragihand ku Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê û serokerkanê wê, ji bo parastina berjewendiyên Enqere li Lîbyayê, lihevkirineke leşkerî bi ketîbeyên Wîfaqê re îmze kir.

Berpirsê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xalid Mehcûb diyar kir ku lihevkirina di navbera dewleta Tirk û hikumeta Wîfaqê de, dagirkeriyeke nû li ser welêt e û serweriya Lîbyayê binpê dike.

Mehcûb destnîşan kir ku ev lihevkirin, tenê ji bo destkeftiyên aborî hatiye îmzekirin û diyar kir ku hemû bijarte li pêş Artêşa Niştimanî vekirî ne, di nav de jî operasyona leşkerî.

Li gorî lihevkirinê, Tirkiye dê hêzeke leşkerî ya nû û baregeheke leşkerî jî li Lîbyayê ava bike.

Duh, di serdana wezîrê Parastinê û serokerkanê Tirkiyê ya li Terablusê, ev lihevkirin hat îmzekirin.

Back to top button