Dewleta Tirk girtiyên siyasî bi mirinê re rû bi rû hiştiye

Zext û bêhiqûqîya dewleta Tirk a li dijî girtiyên siyasî didome.
Dewleta Tirk a dagirker girtiyê siyasî Ergîn Aktaş ê ku her du milên wî jî nînin, tevî ku 5 caran rapora, ku ew nikare di girtîgehê de bimîne stendiye, lê dîsa jî bernade.

Parêzer Gulîzer Tûncer, anî ziman ku muwekîlê wê Girtiyê nexweş Ergîn Aktaş, ku di Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê de dimîne, her du milên wî jî tunene û got:

Heya niha Saziya Tiba Edlî 5 caran rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” daye Aktaş, lê dîsa jî nayê berdan.
Dewleta Tirk li gor qanûnên xwe jî tevnagere û mûwekîlê min bi mirinê re rû bi rû hiştiye.”

Parêzer Gulîzer Tûncer diyar kir, piştî ku serlêdanên ji bo berdana Aktaş hemû hatibûn redkirin, wan jî bi hinceta “binpêkirina mafê jiyanê” û “îşkenceyê” serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da.

Back to top button