
Komîteya lekolînê ya Kongreya Star, di dosyayekê bi sernavê ‘Jin di bin dagirkeriya Tirk de, kuştina jinan wekî pratîkek armanc-girtî ya dagirkeriya Tirk li Efrînê” de, sûcên dagirkeran belge kirin.
Kongreya Star bang li aliyên berpirs kir ku pêşî li van sûcên dewleta Tirk bigirin.
Komîteya lêkolîn a Kongreya Star bi dosyeyekê sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî û bi taybet li Efrînê belge kir.
Bi dagirkirina Efrînê re nêzîkî 300,000 kes neçarî koçberiyê bûn û derdora 157,000 kes jî niha li Şehbayê li kampan dimînin.
Sûcên dewleta Tirk ên ku li dijî jinan pêk aniye wiha ne.
Zayneb a 50 salî ku li Serêkaniyê ji aliyê komên çete ve hat revandin û piştî dayîna pereyan hat berdan.
Di dawiya Gulanê de, gelek jinên Efrînî di zindanên dewleta Tirk de rastî destdirêjî û işkenceyê hatin.
Valentina Mistefa Hesen a 22 salî ku ji destpêka 2018’an ve hatibû revandin rastî êrîşa cinsî hatibû û hîna çarenûsa wê ne diyar e.
Jina bi navê Heyfa El-Casim a Ereb jî ku di nexweşxaneya Efrînê de hemşîre bû hat revandin.
Mijdara 2018’an çeteyên El Hamzat Eyşe Henan a 80 salî ya ji gundê Birc Ebd Elo xeniqandin.
Gulana 2020’an de hejmarek jin ku ji demek dirêj ve hatibûn revandin di girtîgeha El Hamzat de tazî û girêdayî hatin dîtin.
Zaroka 14 salî Fatima Mihemed Xelîl, Cotmeha 2019’an bi zorê çeteyekî dewleta Tirk re hat zewicandin.
Kanûna 2019’an dibistaneke li Til Rifetê hat topbarankirin û 11 sivîl, di nav de 8 zarokan jiyan xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn.
Şewitandina zevî û daran, xirabkirina cihên dîrokî û bicihkirina bi hezaran malbatên çeteyan li malên sivîlan hatin belgekirin.
Bikaranîna sazî û dibistan wek navendên leşkerî her wiha qedexekirina zimanê Kurdî û ferzkirina zimanê Tirkî weke sûcên dewleta Tirk hatin belgekirin.
Ji destpêka dagirkirina Efrînê û heya niha zêdetirî 1,564 kes ji hêla dewleta Tirk û komên çete ve rastî êriş û şidetê hatine.
Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, zêdetirî 1000 jin revandî û wendan e, bi kêmanî 290 bûyerên girtina jin û zarokan hatine belgekirin.
Her wiha li gorî wan ku ji Çileya 2018’an heta Hezîrana 2020’an li Efrînê kuştina 50 jinan bi belge bûye.
Kongreya Star: Divê dadgehek were avakirin û dewleta Tirk bê darzandin
Kongreya Star bi çend xalan banga pêşîlêgirtina sûcên dewleta Tirk kir.
Artêşa Tirk û çeteyê wê ji Efrînê û ji hemû axa Sûriyê derkevin.
Hêzek aştiyê a civaka navnetewî li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê bê bicihkirin.
Li Tirkiyê cezayên aborî bên birrîn û bazirganiya çekan pê re bê rawestandin.
Piştevaniya mirovahî ji bo herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê kirin.
Rê ji bo rêxistinên mafên mirovan bê vekirin da ku kirinên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî bişopînin.
Divê ji bo darizandina dewleta Tirk û komên wê dadgehek navneteweyî bê avakirin.