Li Kuwait yekem car dadgerên jin hatin ragihandin

Nav û Wêneyên 8 jinên Kuwaitî ku cara yekemîn weke dadgerên jin hatin ragihandin, bûn sernivîsên nûçeyên herêmî li Kuwait û di medyaya civakî jî hatin belavkirin.

Ev gav weke gaveke dîrokî hate binavkirin ku cara yekemîn li Kuwaitê cara yekemîn cihê xwe di dadgerê de digire.

Lê ev ne hewildana yekem bû ji bo jinan. Di sala 2014’an de destûr hat dayîn ku jineke Kuwaitî derbasî ezmûna ‘Dozgerê giştî’ bibe, ji bo ku cihê xwe di vî karî de bigire.

Ev destûr dayîn ji bo jinan çiroska ronahiyê bû û ji wê demê ve jin hewil dide cihê xwe di nava dadgeriyê de bigire.

Navê jinên ku weke dadger hatin ragihandin jî ev in.

Fatma El-Kidrî, Beşayîr Salih , Beşayîr Mihemed , Fatma El-Ferhan , Sinabl Bedir , Fatma Sigîr , Rûa El-Tbtbayî û Lûlûa El-Ganim ye, ev jin wê piştî berwerdeyekê bi fermî derbasî kar bibin.

Kuwait welatê dawî ye ji welatên Ereban ku bi deh-salan dadgerên jin dane.

Back to top button