KEDKARÊN TENDURISTIYÊ DI 2 ROJAN DE 10 HEZAR ÎMZE KOM KIRIN

Di çarçoveya kampanyaya îzmeyan ku li dijî tecrîda ser Rêber Ocalan hatiye destpêkirin de, di nava 2 rojan de 10 hezar îmze hatin komkirin.

Kedkarên tenduristî yên Wargeha Mexmûrê ev dû rojin dest bi kapmanyaya komkirina îmzeyan ya ji bo rêber Ocalan kirine.

Heya niha 10 hezar îmze hatine komkirin û komkirina îmzayan jî didome.

Endama komîteya amdekar ya kampanyayê Bêrîvan Unver li ser mijarê axivî û got:

“Armanca vê çalakiyê rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û piştgiriya çalekiya greva birçîbûnêye.

Heya niha zêdetirî 10 hezar îmze hatine komkirinin.

Ev îmzeyên hatine komkirin wê bi rêya Saziya Karê Derve ji NY û CPT re werin şandin”.

Leave a Reply

Back to top button