HPG: Li herêma Çarçela ya Zagrosê leşkerek Tirk hat kuştin

Şerê di navbera gerîlayên HPG û YJA Starê û artêşa Tirk ya dagirker de mezin dibe.

Gerîla li bakur û başûrê Kurdistanê bi çalakiyên mezin derbên giran li artêşa dagirker didin. Artêşa dagirker vê carê jî li Zagrosan xwar.

HPG’ê ragihand ku gerîlayan li herêma Çarçella ya Zagrosê çalakiyeke ya sekvaniyê kirine û leşkerek ‘ceza’ kirine. HPG’ê da zanîn ku li Xakurkê jî şer giran e.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û operasyonên artêşa Tirk ya dagirker daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin.

24’ê Hezîranê artêşa Tirk li devera Neynika ya Herêma Pûlûr a Dersimê dest bi operasyoneke dagirkirinê kiriye. Artêşa Tirk bi balafirên şer û helîkopteran qad bombe kiriye. Dagirkerên ku piştî bombebranê leşker li herêmê danî di navbera wan û hêzên me de şer qewimî. Di vî şerî de 3 hevrêyên me yên bi lehengî şer kirin şehîd bûne. Operasyona li qadê hê jî didome.

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, 27’ê Hezîranê li devera Çarçella ya Herêma Zagorosê li dijî artêşa Tirk çalakiyeke sekvaniyê kiriye. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye cezakirin.

1’ê Tîrmehê saet 10:30’î li devera Ermûş a girêdayî Herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di navbera hêzên me û artêşa dagirker de şerekî dijwar qewimiye. Di vî şerî de gelek leşkerên Tirk hatine cezakirin, droneke dagirkeran jî hatiye xistin. Hevrêyên me Masîro û Şaho yên bi lehengî heta guleya dawî li dijî dagirkeran şer kirin, şehîd bûne.

Balafirên şer ên artêşa Tirk ya dagirker êrîşên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bê navber dewam dike,

di vê çarçoveyê de;

2’yê Tîrmehê saet 20:00’ê balafirên şer devera Bektora ya herêma Heftenînê û Girê Şehîd Zinar bombe kirine.

3’yê Tîrmehê balafirên şer saet 10:30’î dever Kurojero ya Herêma Zapê, saet 17:00’an jî devera Şikefta Birîndaran bombebaran kiriye.”

Back to top button