Li Şamê zarok tên revandin û organên wan tên firotin

Li herêmên jêr kontrola hikûmeta Şamê, ewlehî û aramî nemaye. Li nava kolanan ji ber hebûna çekdarên bi ser Rûsya û milîsên Îranê welatî nikarin bi rihetî tevbigerin.

Lê di van rojên dawiyê de bi bilindbûna nirxên tiştan û rewşa jiyanî ya kambax, zarok jî tên revandin. Li Şamê hejmareke zarokan ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin û hê jî çarenûsa wan ne diyar e.

Li Xûtaya rojhilat jî li dijî kiryar û binpêkirinên hêzên hikûmeta Şamê, welatiyan êrîşî rêbendeke hêzên hikûmetê kirin.

Li Sûriyê bi giştî û bi taybet li herêmên jêr kontrola hikûmeta Şamê de her ku diçe rewşa aborî û ewlehî ji berê xirabtir dibe.

Bi ser rewşa jiyanî ya welatiyan a zehmet de jî, ewlehî li herêmên hikûmeta Şamê de nemaye.

Vê dawiyê li paytexta Sûriyê Şamê, bûyerên mîna revandina zarokan jî zêde bûye.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hefteya derbasbûyî, li baxçeyê taxa Mîdan, Zahîra, Muhacirîn û Kefersûmê hejmarek ji zarokan ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin.

Zarokên ku tên revandin temenê wan 10 saliyê derbas nake.

Di rewşên bi vî rengî de kesên ku însanan direvînin, xwediyên wan bi armanca bidestxistina pereyan şantaj dikin.

Lê belê tiştê balkêş ewe ku heta niha kesên ku zarok revandine, pêwendî bi malbatên wan re nekirin.

Ji ber vê yekê xwediyên zarokên revandî bi tirs û fikar in.

Xwediyên zarokan ditirsin ku organên zarokên wan jê bibin û bifiroşin.

Ango armanc ji revandina zarokan bazirganiya bi organên wan be.

Rêbendên hikûmeta Şamê destdirêjî û heqaretê li welatiyan dikin

Li Xûtaya Rojhilat a Şamê jî ji ber kiryarên leşkerên hikûmeta Şamê û milîs û çekdarên bi ser wê ve ewlehî û aramî nemaye.

Hêzên hikûmeta Şamê Xûtaya Rojhilat sala 2018’an xistibû bin kontrola xwe.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku roja Pêncşemê li bajarê Seqbe û herêmên derdorê, kesên nenas êrîşî rêbendeke hêzên hikûmetê kirin.

Li gorî çavdêriyê kesên nenas bombeyek avêt rêbendê û reviyan ku di encamê de 5 leşkerên hikûmetê birîndar bûn.

Tê zanîn ku rêbenda êrîş li ser hatiye kirin, xwedî navekî xerab e.

Leşkerên li ser rêbendê destdirêjiya li jinan dikin her wiha heqaretê li ciwanên herêmê dikin.

Back to top button