Li bajarê Girê Spî yê dagirkirî şer di navbera komên çeteyên dewleta Tirk de derket.
Çavdêriya Sûrî ragihand ku li Girê Spî di navbera çeteyên “Feyleq El-Mecîd” û çeteyên “Cehbet El-Şamiyê” de şer derket.
Çavdêriyê ragihand ku di encama şer de herî kêm 2 çeteyên “Feyleq El-Mecîd” hatin kuştin.
Her wiha 7 çete jî yê heman komê birîndar bûn.
Hat zanîn ku sedema şer serweriya li ser bajêr û gundên wê bû.
Duh jî li Serêkaniyê çeteyên dewleta Tirk bi hevketibûn û di encamê de jinekê jiyana xwe ji dest dabû.