BOLTON: DIVÊ VEKIŞÎNA HÊZÊN ME WEKE RÊDANA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ NEBÎNIN

Şêwermendê Ewlekariya Netewî ya Emerîkayê John Bolton dest bi gera xwe a ji bo Rojhilata Navîn kir..

Bolton beriya biçe Îsraîlê daxuyaniyek da û bi van gotinan rêjîma Sûrî hişyar kir:

Bila rêjîma vekişîna hêzên me ji Sûrî weke rêdana bikaranîna çekên kîmyewî nebîne.

Di bin navê niqaşkirina pêvajoya piştî vekişîa hêzên Emerîka ji Sûrî, Şêwermendê Ewlekariya Netewî John Bolton li pey hev diçe serdana Îsraîl, Tirkiyê û Bakurê Sûrî.

Hat gotin, Bolton wê li bakurê Sûrî bi fermandarên QSD’ê û rêveberiya sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûrî re hevdîtinê pêk bîne.

Beriya biçe Îsraîlê, şêwermendê ewlekariyê daxuyaniyek da çapemeniyê û rêjîma Sûrî hişyar kir û wiha got:

Di mijara dijberiya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê rêjîma Sûrî ve, teqez ti guhertin di siyaseta Emerîkayê de tine ye.

Eger piştî vekişîna hêzên me, hewl bide çekên kîmyewî bikar bîne, wê bersiva Emerîka pir dijwar be.

Leave a Reply

Back to top button