Şandeyeke rûspiyên Reqayê bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî re civiyan û piştgiriya xwe bi QSD’ê re teqez kir.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî pêşwaziya şêx û rûspiyên eşîreyên Reqayê kir.
Di rûniştinê de pirsgirêkên li herêmê hatin nîqaşkirin û pêşbîniyeke hevpar ji bo çareseriya van pirsgirêkan hat dayîn.
Şêx û rûspiyên eşîreyên Reqayê li ser têkibirina bi temamî ya çeteyên DAIŞ’ê piştgiriya xwe bi Hêzên Sûriya Demokratîk re nîşan da.