“Tirkiyê li girtina 3 kalemêran mikur hat”

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên wê, revandin, talan û wêrankirinke bêserûber didomînin. Dezgehên ragihandinê yên Dewleta Tirk li girtina 3 şêniyên Efrînê mikur hat. Her wiha ciwanekî Kurd ji navenda bajêr hat revandin. Li aliyê din çete malên şêniyan desteser dikin û darên zeytûnê dibirin.

Dezgehên ragihandinê yên Dewleta Tirk li girtina 3 şêniyên Efrînê mikur hat.

Li gorî wan dezgehan, qaşo hersê şêniyên temenmezin berî 30 salî efserekî Tirk kuştiye û bi vê yekê revandina hersê şêniyan rewa dikin..

Heman dezgehên girêdayî AKP’ê diyar kirin ku Artêşa Tirk bi ser malên Salih Osman, Mihemed El-Mihemed û Hesen Ebdulah de girtine û ew revandin.

Li gorî wan dezgehan “bi rêya qaçaxiyê, van hersê kesan efserê Tirk kuştine”

Lê belê Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî eşkere kir ku her sê şênî beşdarî tu gaveke bi vî rengî nebûne û tu carî jî qaçaxî li ser sînor nekirine.

Çeteyên Tirk ciwanekî Kurd revand

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî, ragihand ku çeteyên Tirk ciwanê 35 salî yê bi navê ‘Ebdil Rehman Nihman’ ji gundê Bûzîkê yê Cindirêsê, revand.

Rêxistinê, da zanîn ku Ebdil Rehman beriya vê bi du caran dîsa hatibû revandin, ew jî piştî ku 3100 LT jê birin, hatibû berdan.

Çete malên şêniyên resen desteser dikin

Di çarçoveya guhertina demografya herêmê de jî, çeteyên Tirk malên şêniyên Efrînê desteser dikin.

Li gorî Malpera Afrîn Post, çeteyan 6 malên şêniyan jê yê Mihemed Reşîd Hemo, Mihemed Xelîl, Mihemed Nasêr û zarokên wê desteser kirine, her yekê jî bi 2500 hezar dolar difiroşin.

Li taxa Eşrefiyê yê navenda bajêr jî çeteyan jinbiya bi navê ‘Nezîfê’ ya ji gundê Hec Qasima yê Mabata ji mala wê derxistine û mal desteser kirine.

Her wiha çeteyan li heman taxê du malên din ên Efrîniyan bi 700 dolar firotin.

Çeteyên dewleta Tirk darên şêniyan dibirin

Talan û wêrana xwazaya Efrînê weke polîtîkayeke dijminahiyê jî tê kirin.

Malpera Afrîn Post, diyar kir ku çeteyên Tirk bi dehan darên zeytûnê yên li gundê Keferdelê Jêrîn yê şêniyê bi navê Ebdil Rehman Nasêr yê ji gundê Kurzêlê birîne.

Li gorî malperê, çeteyan 60 darên din yê Farûq Necar û Wehîd Şêx Hisên yê ji gundê Eyn Darê birîne.

Back to top button