Ibrahîm El-Qeftan : Diyaloga siyasî dikare aloziya Sûrî çareser bike

Yekîtiya Rewşenbîrên navçeya Girkê Legê li ser girîngiya diyaloga fikirî û siyasî li Sûriyê panelek li bajarokê Rimêlan li dar xist.

Bi dehan rewşenbîr û siyasetmedar tevî Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Ibrahîm El Qeftan beşdarî panelê bûn.

Ibrahîm El-Qeftan di civînê de axivî û li ser girîngiya diyaloga fikirî ji bo pêşeroja Sûriyê got:

“Diyalog, ji bo diruşmeya herî giranbuha ye, ji ber ku çareseriya tekane ya derbaskirina hemû krîzan û pêkanîna çareseriyê ye.

Diyaloga siyasî, civakî, çandî û hemû qadên din zehmetiyên ku ne bi tifing û guleyê be çareser nabe, çareser dike.”

Qeftan derbarê xebatên avakirina yekîtiya partiyên Kurd de jî ev tişt anî ziman:

“Ez dibêjim lez bidin hevdîtin û yekîtiya xwe, ji ber garantor û aliyekî sereke li Sûriyê ne.”

Beşdarên panelê li ser girîngiya diyaloga siyasî ya ji bo Sûriyê nêrînên xwe par ve kirin.

Back to top button